Der´a.. 3 serbazên Sûriyê di teqînekê de hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
3 serbazên Sûriyê di teqînekê de li Der´ayê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Îro teqînek li nêzîkî komelgeha Xezalî li gundewarê bakurê Der´ayê çêbû û agirekî mezin çêbû.
Jêdereke serbazî ji Ajansa San re ragihand ku ew teqîn li cihekî komkirina paşmayên şer de çêbûye.
Li gorî jêderê, 3 serbazên Sûriyê di teqînê de hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.