PWKê sizaya li siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu hatiye birîn şermezar dike

PWKê sizaya li siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu hatiye birîn şermezar dike

Welat TV – Hewlêr

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWKê), sizaya ku li siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Guçlu hatiye birîn şermezar kir û piştgirîya xwe jê re anî zimên.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, "Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Amedê, di rûniştina îro (16.04.2026) de bi tawanbariya "Propagandaya rêxistina terorê ya PKKê" 1 sal û 6 meh cezaya girtîgehê da ronakbîr û siyasetmedarê Kurd rêzdar Îbrahîm Guçlu û ceza paşdexist".

*"Propagandaya rêxistina terorê"

PWKê tekez kir ku, "Rêzdar Îbrahîm Guçlu di parastina xwe ya li dadgehê de ev tawanbarî red kir û parastina xwe ya siyasî kir. Dadgehên Dewleta Turkiyê, li dijî gelek ronakbîr û siyasetmedarên Kurd ên ku tu têkiliya wan bi PKKê re nîn e û heta li dijî siyaset û nêrînên PKKê ne jî, bi tawanbariya "Propagandaya rêxistina terorê ya PKKê" dozan vedikin û cezayan didin wan".

Partiya Welatparêzên Kurdistanê diyar kir, "Em vê helwesta dadgehên Dewleta Turkiyê û biryarên wan ên ku azadiya ramanî û îfadeyê tune dihesibînin, û şermezar dikin".

Partiya Welatparêzên Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir, "Em cezaya ku li rêzdar Îbrahîm Guçlu hatiye birîn protesto dikin û piştgirîya xwe bi wî re tînin zimên".