Ehmed El-Hîlalî: Di civîna El-Şer´ û Ebdî de hilandina HSD hate gotûbêjkirin
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku, di civîna serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz û fermandarê HSDê de mijara hilandina saziyên ”Rêveberiya Xweser” û HSDê hate gotûbêjkirin.
Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku di civîna di navbera El-Şeri´ û Ebdî de tu encamên nû tune bûn.
El-Hîlalî got jî: Di civînê de gavên ku dê kar di qonaxa bê de li ser wan were kirin, hatin gotûbêjkirin.
Li gorî Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê, heftiya bê dê heftiyeke girîng be di piroseya tevlîkirinê de.
Ehmed El-Hîlalî her weha diyar kir ku mijara hilandina saziyên ”Rêveberiya Xweser” û HSDê hatin gotûbêjkirin.
►Her weha bixwîne.. Naveroka civîna El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî hate eşkerekirin