Nêçîrvan Barzanî û Ebas Ereqcî tekezî li ser parastina seqamgîriya deverê kir

Nêçîrvan Barzanî û Ebas Ereqcî tekezî li ser parastina seqamgîriya deverê kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Ereqcî bi telefonê axivîn û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û seqmagîriyê deverê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Ebas Ereqcî di peywendiya telefonî de nêrîn derbarê pêşhatên deverê bi hev guhertin.

Daxuyaniyê da zanîn ku herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û seqmagîriyê û bicîkirina aştiyê li deverê kir.

Peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê û mijarên hevbeş beşekî din ê peywendiyê bû.