El-Şeri´: Pêwîstiya Ewropayê bi Sûriyê heye
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri` di lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya awarte de li Qubrisê ragihand ku pêwîstiya Ewropayê bi Sûriyê heye qasî ku pêwîstiya Sûriyê bi Ewropayê heye.
El-Şeri´ di kongireke rojnamevanî de piştî lûtkeyê diyar kir ku hevpariya Ewropa û welatên Erebî yên li ser deryaya Spî di nav de Sûriyê bûye nexşerêyeke ewleh ji bo berdewamiya veguhestina enerjiyê ya cîhanî.
Ehmed El-Şeri´ da zanîn jî ku ew destpêşxeriya çar deriya û neh dergehên wan pêşkêşî hevparên xwe yên li ser deryaya Spî û kendava Erebî dikin da ku Sûriyê bibe şûngirekî ewleh ji bo girêdana Asya naverast û kendavê bi Ewropayê.
Ehmed El-Şeri´ got jî ku divê hevparên Sûriyê yên Ewropî helwesteke tund bistînin ji bo rawestandina êrîşên Israîlê û parastina ewlehî û seqamgîriya Sûriyê.
Di vê derbarê de, serokê encûmena Ewropî Entonyo Kosta da zanîn ku ew piştgiriya hewldanên El-Şeri´ dikin ji bo dubare avakirina Sûriyê.