Dadgehkirina berpirsê pilebilind ê rêjîma Esed Atif Necîb bi rê ve diçe

Dadgehkirina berpirsê pilebilind ê rêjîma Esed Atif Necîb bi rê ve diçe

Welat TV - Hewlêr 

Îro yekemîn rûniştinên dadgehkirina eşkere ya berpirsên rêjîma hilweşandî li dadgeha tawanan li Şamê bi rê ve diçe.

Komîta Niştîmanî ya Dadweriya veguhêz ragihand, ku îro rûniştina dadgehkirina Atif Necîb di çarçoveya rêya dadwerî û sizadanê de bi rê ve diçe.

Komîta Niştîmanî ya Dadweriya veguhêz got jî, ev qonax beşekî hestiyar ê rêyeke berdewam a sizadan û eşkerekirina rastiyê ye, û ev dadgehkirin gerentîkirina dadweriyê pêk tîne û serweriya yasayê bihêz dike.

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mizher El-Weyîs da zanîn, ku yekemîn dadgehkirina berpirsên Rêjîma hilweşandî dê derbarî bûyerên Der’ayê be.

*Atif Necîb Kî ye?

*Atif Necîb jidayikbûyê bajarê Ceblê li Laziqiyê sala 1960 ye.

*Ji sala 2008 ta 2011a berpirsê ewlehiya siyasî li Der’ayê bû

*Atif Necîb di bazneya nêzîkî rêjîma hilweşandî de bû ku kurê xaltîka Beşar El-Esed e.

*Navê wî bi bûyerên Der’ayê ve yên destpêka şoreşa Sûriyê ve hatiye girêdan.

*Nîsana sala 2011an Emerîka navî wî xiste lîsteya sizayan de û piştre Yekîtiya Ewropa jî heman gav avêt.

*Di 31 Çileya 2025an de wezareta Navxwe ya Hikûmeta veguhêz ya Sûriyê girtina wî di operasyonekê de li Laziqiyê ragihand.