Hewla kuştina Serokê Emerîka Donald Trump hate kirin

Hewla kuştina Serokê Emerîka Donald Trump hate kirin

Welat TV - Hewlêr

Hewla kuştina Serokê Emerîka Donald Trump hate kirin, Trump ragihand, ev yek gelek caran pê re çêbûye.

Di ahengeke xwarinê ya peyamnêrên Koşka Spî de li Hotêla Hîlton li Waşintonê, ku Serokê Emerîka, hevjîna wî û berpirsên Emerîkî amade bûn, kesekî gule berdan.

Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de behsa bûyerê kir û got, "Ez rastî gelek bûyerên weha hatime û kesê ku gule berdayî hatiye girtin". Serokê Emerîka Donald Trump got jî "Ez bawer nakim ku ev yek girêdayî Îranê be".