Baran û teyrokê bûn sedema ziyanên mezin li hejmarek deverên Sûriyê

Baran û teyrokê bûn sedema ziyanên mezin li hejmarek deverên Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Baraneke zêde li gel taf û birîskan û terokê bariya li hejmarek deverên Sûriyê û ziyan gihiştin çandiniyê û keriyekî pez.

Îro li gundewarê Şam û Hemayê baraneke zêde û teyrokê bariya û li devera Qelemûn li gundewarê Şamê erd ji ber barîna teyrokê spî bû.

Li gundewarê başûrê Idlibê jî teyrok bariya û ziyanên mezin gihandin çandiniyê.

Barana zêde û teyrokê li wan deveran bûn sedema çêbûna lehiyan jî.

Li biyabana deverên rojhilatî birûskê li keriyek pez xist û ew kerî bi temam mirar bû.