Snow: Dadgehkirina sembolên rêjîma berê beşekî bingehîn e ji dadweriya veguhêz li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Şandiya Brîtanî bo Sûriyê pêşwazî li girtina tometbarê yekem ê komkujiya taxa tedamun li Şamê kir û diyar kir ku dadgehkirin beşekî bingehîne ji dadweriya veguhêz.
Ann Snow îro li ser tora civakî ”X” da zanîn ku ew pêşwaziyê li girtina Emced Yûsif û destpêkirina rêkarên yasayî li dijî sembolên rêjîma berê dikin.
Snow diyar kir ku dadgehkirin beşekî bingehîn e ji dadweriya veguhêz li Sûriyê.
Welcome the arrest of Amjad Youssef and the launch of legal proceedings against former regime figures. Accountability is a vital part of Syria’s transitional justice process.
— Ann Snow (@UKSyriaRep) April 27, 2026
24ê Nîsanê, Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku, hêzên wê di operasyonekê de li gundewarê Hemayê Emced Yûsif girt.
Di Nîsana sala 2013an de, milîsên ser bi artêşa Rêjîma Esed a hilweşandî komkujiyek li taxa El-Tedamin li Şamê encam da, û tê de derdora 288 welatiyên sivîl kuştin.