UN: Binpêkirinên mafên mirovan li Hesekê hatine encamdan

UN: Binpêkirinên mafên mirovan li Hesekê hatine encamdan
UN: Binpêkirinên mafên mirovan li Hesekê hatine encamdan

Welat TV - Hewlêr

Netewên Yekgirtî dibêje ku li parêzgeha Hesekê binpêkirinên mafên mirovan hatine kirin.
 
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stéphane Dujarric di kongireke rojnamevanî de got ku tîmeke wan ya ofîsa mafên microvan bo dema 5 rojan li Hesekê bû û guh da dîdevanên rasterast yên binpêkirinên girtin, kuştin û wendakirinê. 

Dujarric got jî ku "di nav kesên hatine girtin û wendakirin de, hin kes hene ku li ser destê HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatine girtin".

Derbarê rewşa başûrê Sûriyê jî Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî got ku divê planên Israîlê yên ji bo berfirehkirina wargehên wê li Colanê werin rawestandin.