Parêzgarê Hesekê: 400 girtiyên DAIŞê di zîndaneke Hesekê de mane
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Hesekê ragihand ku 400 girtiyên DAIŞê di zîndanekê de li Hesekê mane.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di daxuyaniyekê de got ku 400 girtiyên DAIŞê di zîndana Sîna´e de li taxa Xiwêran de mane.
Li gorî Nûredîn Ehmed, hêzên hevpeymaniya navdewletî niha serperiştiya wê zîndanê dikin.
13 Sibata bûrî, Fermandariya Navendî ya Emerîka "CENTCOM" ragihand ku wan 5700 girityên rêxistina DAIŞê ya terorîst ji Sûriyê veguhestine Iraqê û piroseya veguhestinê bi dawî bû.
21ê Çileya bûrî, "CENTCOM" ragihandibû ku ew ê 7000 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê veguhêze Iraqê, lê piştî 23 rojan bidawîbûna piroseyê bi veguhestina 5700 girtiyên DAIŞê, ragihand.
Li aliyekî din, hikûmet veguhêz dibêje ew li gel aliyên navnetewî û hikûmeta Iraqê di hemahengiyê de ye ji bo doseya Sûriyên ku bo Iraqê hatine veguhetin.