Zarok û ciwanekî ji nava bîreke avê li Hemayê hatin rizgarkirin

Zarok û ciwanekî ji nava bîreke avê li Hemayê hatin rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr

Zarok û ciwanekî ji nava bîreke avê li gundewarê Hemayê hatin rizgarkirin.

Îro zarokek li gundê Kifir Ton li rojavayê Hemayê kete bîreke avê ku kûrahiya wê derdora 20 metran e.

Dema ciwanekî hewl da wî zarokî ji bîrê rizgar bike, ew ciwan jî di nava bîrê de asê ma.

Tîmên Berevaniya Sivîl li Hemayê herdu ji bîrê rizgar kirin û ew zarok bo nexweşxaneya Hema ya niştîmanî hat veguhestin û rewşa wî ya tendirustî aram e.

Li gundewarê Helebê jî îro zarokek kete bîreke avê, ew zarok jî hate rizgarkirin û bo nexweşxaneya Ezazê hate veguhestin.