Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan tekeziyê li ser girîngiya karê hevbeş dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Îmaratê Mihemed bin Zayid Al Nehyan bandora pêşhateyên metirsîdar li ser ewlehiyê gotûbêj kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, Îro li Ebû Zebî, Nêçîrvan Barzanî û Mihemed bin Zayid civiyan, herdu aliyan pêşxistina pêywendiyên Îmaratê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re û bihêzkirina asoyên hevkariyê di hemû waran de, gotûbêj kirin.
Derbarê dawîn pêşhate û bandorên metirsîdar yên rewşa deverê li ser ewlehiya herêmî û navdewletî, Serokê Herêma Kurdistanê û yê Îmaratê nêrînên xwe parve kirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya karê hevbeş û bihêzkirina hemahengî û hevkariyê ji bo parastina aramî û tenahiyê û dûrxistina metirsiyan ji deverê, kir.
Hejmarek mijarên ji herdu aliyan re girîng, aliyek din ê civînê bû.