Hejmara penaxwazên Sûrî li Holendayê derdora 80% daketiye
Welat TV - Hewlêr
Hejmara penaxwazên Sûrî li Holendayê di 3ê mehên yekem yên sala 2026an de berawerdî bi heman heyamê re ji sala bûrî derdora 80% daketiye.
Nivîsgeha Serjimêriyê ya Holendî ragihand ku di hersê mehên yekem yên îsal de, 530 welatiyên Sûrî daxwazên penaberiyê li Holendayê pêşkêş kirine û diyar kir ku ev hejmar bi derdora 80% ji ya heman heyamê ji sala 2025an kêmtir e, ku hejmara di wê heyamê de hatibû tomarkirin 940 kes, bû.
Li gorî amarên nivîgehê, tevî wê yekê hejmara penaxwazên Sûrî di pileya duyem de ye li Holendayê.
Li aliyekî din, derdora 4600 kes ji malbatên penaberan bi rêya danhevê, di 3ê mehên yekem de ji vê salê gihîştine Holendayê, ev yek jî bi rêjeya 21% ji heman heyamê ji 2025an zêdetir e.
Amaran diyar kir jî ku ji wê hejmarê 75% Sûrî ne, wate derdora 3400 welatiyên Sûrî bi rêya danheva malbatan gihşîtine Holendayê.
Ev yek tê di demekê de, ku hikûmeta Holendayê dê rewşa her penaxwazekî bi tenê binirxîne li gel egera vegerandina penaxwaz bo hin deveran li Sûriyê eger ku ew dever aram bin, ev yeke jî berê di siyaseta hikûmeta Holendayê de derbarê serederiyê bi penaxwazên Sûrî re tune bû.
Derdora 160 hezar Sûrî li Holendayê dimînin, beşekî ji wan regeznameya Holendî wergirtiye û beşê din jî li benda wergirtina regeznameyê ye.