Elî El-Zeydî serdana Hewlêrê dike

Elî El-Zeydî serdana Hewlêrê dike

Welat TV - Hewlêr 

Îro, 2 Nîsana 2026an serokwezîrên erkdarkirî bi posta serokwezîrên Iraqê, Elî El-Zeydî sardana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dike.

Malpera Kurdistan 24, da zanîn ku Elî El-Zeydî li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê dicive û mjara pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj dike.

Roja 28ê Nîsanê, Baregeha Barzanî da zanîn, ku Serok Barzanî û Elî El-Zeydî serokwezîrên erkdarkirî bi posta serokwezîrên Iraqê bi telefonê axivîn, tê de Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Elî El-Zeydî bi bûneya raspardina wî bi posta serokwezîrên Iraqê kir.

*Rastkrina pêvajoya proseya siyasî

Serok Barzanî dît ku erkdarkirina Elî El-Zeydî, bi posta serokwezîrên Iraqê derfetek ji bo rastkrina pêvajoya proseya siyasî li Iraqê ye