El-Zeydî bang li fraksyona Partî dike: Vegerin Bexdayê û em ê rûpeleke nû vekin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrên Iraqê yê erkdarkirî Elî El-Zeydî li Pîrmam civiyan.
Baregeha Barzanî da zanîn Îro 2yê Gulana 2026an, Serok Barzanî pêşwazî li Serokwezîrên Iraqê yê erkdarkirî Elî El-Zeydî û şandeke Çarçoveya Hemahengiyê kir.
Di civînê de, behsa pêwîstiya bilzkirin di pêkanîna hikûmetê li ser bingeha destûrê û pabendbûn bi wê hat kirin.
Serok Barzan behsa dawîn pêşhatan kir û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Fedral û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya destûrê de kir.
*"Pabendbûn bi desrtûrê"
Serok Barzanî diyar kir ku cîbicîkirin û pabendbûn bi desrtûrê, çareseriya sereke ye û bang li hemû aliyan kir, pabendî destûrê bin.
*"Rûpeleke nû"
Ji aliyê xwe ve, El-Zeydî tekezî li ser derbaskirina mijarên kevin û vekirina rûpeleke nû di navbera hikûmeta fedral û Hikûemta Herêma Kurdistanê de kir, her weha bang li fraksyonên Perleman û Hikûmî yên Partî kir ku vegerin Bexdayê û beşdariyê di proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû de bikin.