6 sal li ser koçbarkirina hunermendê Kurdistanî Seîd Gabarî re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
Îro 6 sal li ser koçbarkirina hunermendê Kurdistanî Seîd Gabarî re derbas dibin.
Seîd Gabarî di 13ê Nîsana 1956an li gundê Xirbê Kejê yê bi ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ve ji dayîk bûye.
Gabarî di heşt saliya xwe de dest bi hunera Kurdî kiriye û jiyana xwe di bin stem û zorê de derbas kiriye.
*Bandora Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj
Di 1966an de Seîd Gabarî helbestvanên Kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas kirin. Her duyan bandoreke mezin li Seîd Gabarî kir û alîkarên wî bûn.
Di sala 1967an de xwe fêrî jenîna tembûrê kir û piştî du salan, di 1969an de, konsera xwe ya pêşîn li dar xist.
*Xebata di nav hêzên Pêşmergeyan de
Kesayetiya niştîmanî û rewşenbîrî ye xwedî taybetmendiyeke cuda ye, ne bi tenê hunermendekî kurd bi hunera xwe dihat naskirin, û girêdayî bi doza gelê xwe bû, lê belê tevî rewşa xwe ya tendirustî xebatkarek ji xebatkarên şoreşa Gulanê di nav refên Pêşmergeyên Kurdistanê de cihê xwe digirt, di nav medyaya Pêşmerge de kar û xebat dikir, karê siyasî û hişyarkirinê jî kiriye, bi dehên vîdyoyan ên zindî ku di wan de behsa doza Kurdî ji hemî aliyan ve dikir weşandiye, rexne dikirin û nerînên xwe di hemî pirsên girêdayî doza Kurdî û gelê Kurd de bi lehenegî dida.
*Rastî stem û zordariyê hatiye
Di destpêka jiyana xwe ya hunerî de, weke hunermendekî pabend bi doza gel û welatê xwe dihat naskirin. Ji ber çalakiyên xwe rastî stemê ji aliyê destheladariya Sûriyê û Iraqê dihat, lê ew yek nebû rêgir ji berdewamiya karê xwe yê hunerî, û bû yek ji navdartirîn hunermendên Kurd.
*Tevlî qadên siyasî, civakî, rojnamegerî bûye
Gabarî bi jîr, jêhatbûn, dîtin û bîranînên xwe dihat naskirin. Ne bi tenê di rêya hunerê re xizmeta gelê xwe kir, lê belê tevlî qadên siyasî, civakî, rojnamegerî jî bû, û wek çawa di hunerê de peydar bû di wan waran de jî berhemdar bû.
Gotinên bi dehên stranên xwe nivîsandine û bi sedan helbest û srûdên netewî ji ber kiribûn, bi şeş zimanan zanîbû û diaxifî Kurdî, erebî, farsî, turkî, ingilîzî û elmanî.
*Koçbarkirin
Di 4ê Gulana 2020an de ji ber nexweşiyekê li yek li nexweşxaneyên Hewlêrê koça dawiyê kir û li goristana navçeya Mela Omer a Hewlêrê bi xakê hat spartin.