Siwêd.. Tawankarek ji alîgirên rêjîma Esed hetahetayî hat zîndankirin
Welat TV - Hewlêr
Tawankarek ji alîgirên rêjîma Esed li welatê Siwêdê bi zîndankirina hethetayî hate sizadan.
Rojnameya “Expressen” a Siwêdî da zanîn ku dadgeha devera Solina li Siwêdê îro sizaya zîndankirina hetehetayî li dijî Mehmûd Siwêdan derxist ji ber encamdana 2 tawanên metirsîdar li kampa Yermûk li başûrê Şamê di dema şer de.
Sizaya zîndankirina hetahetayî li dijî Siwêdan derket piştî girtina wî û encamdana lkêkolînan bo heyama 21 mehan.
Siwêdan hilgirê regeznameyên Sûrî û Filestînî ye û yek ji endamên milîsên Filestînî ye ku li kêlek rêjîma Esed a hilweşiyayî rawestiyabûn.
Mehmûd Siwêdan sala 2013an gihîşt welatê Siwêd û sala 2017an regeznameya wî welatî wergirt, piştre çend caran serdana Sûriyê kir û sala 2024an ji aliyê polîsên Siwêdî ve hate girtin.