Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya El-Sûdanî civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, li Bexdayê bi Serokwezîrên Iraqa Fedral Mihemed Şiya El-Sûdanî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, Di civînê de, pêvajoya siyasî ya welêt û gavên bên yên avakirina hikûmeta nû ya fedral hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya siyasî li ser bingeha hevbeşiya di navbera pêkhateyan de hate kirin, bi awayekî ku hikûmeta bê temamkera hewlên parastina aramiyê û pêşvebirina hevfêmkirina navbera aliyan be.
*Çareserkirina kêşeyan
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, "Herdu aliyan behsa kar û çalakiyên hikûmeta Iraqê di qonaxa bûrî de kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li hewlên El-Sûdanî kir. Her wiha tekezî li ser girîngiya avakirina li ser wan lihevfêmkirinan hate kirin yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan çêbûne".
Di civînê de, parastina aramiyê û dûrxistina Iraqê ji aloziyan û encamên şerê li navçeyê, bi awayekî ku serweriya welêt û berjewendiya giştî parastî bin hat kirin.