Tirko: Em kar dikin ji bo lidarxistina ezmûnên gîştî di dema destnîşankirî de

Tirko: Em kar dikin ji bo lidarxistina ezmûnên gîştî di dema destnîşankirî de

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Perwedeyê yê Sûriyê da zanîn ku ew bi amadekariyên dawîn radibin ji bo lidarxistina ezmûnên gîştî yên polên 9 û 12an di dema destnîşankirî de.

Dr. Mihmed Tirko ev yek di civînekê de li gel rêveberên navendî û rêveberên perwerdeyê li parêzgehan ragihand û diyar kir ku ew kar dikin da ku proseya ezmûnan bi awayekî pak û zelal bi rê ve biçe.

Tirko diyar kir ku ew amade ne ji bo pêşwazîkirinê li 830 hezar xwendevanî ku navên xwe ji bo pêşkêşkirina ezmûnan tomar kirine.

Wezîrê Perwerdeyê her weha tekezî li ser zêdekirina navendên ezmûnan li hemû parêzgehan kir da ku xwendevan bi asanî ezmûnan pêşkêş bikin.

Îsal xwendevanên Cizîr û Efrînê li herêmên xwe ezmûnan pêşkêş dikin û yên herêma Kobaniyê jî li bajarê Sirînê yê bi ser devera Kobaniyê ve pêşkêş dikin.