Partî vedigere Bexdayê
Welat TV - Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê biryar da vegere Bexdayê û xebata xwe ji bo çespandina mafên rewa yên gelê Kurdistanê berdewam bike.
Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê di daxuyaniyekê de, da zanîn ku "Fraksyonên me yên wezarî û perlemanî biryara da, vegerin Bexdayê û xebata siyasî berdewam bikin".
*Lihevtêgihiştinên erênî
Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê diyar kir "Piştî serdana serokwezîrên Iraqê yê erkdarkirî Elî El-Zeydî û şanda Çarçoveya Hemahengiyê bo Hewlêrê û banga El-Zeydî her weha dirustbûna lihevtêgihiştinên erênî di navbera hêzên siyasî de, me biryar da vegerin".
Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê tekez kir, "Em ê ji bo çespandin û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê berdewam bin".
►Her weha bixwîne.. El-Zeydî bang li fraksyona Partî dike: Vegerin Bexdayê û em ê rûpeleke nû vekin