2 welatî bûne qurbaniyên teqîna mayînekê li Minbicê

2 welatî bûne qurbaniyên teqîna mayînekê li Minbicê

Welat TV - Hewlêr

2 welatî bûne qurbaniyên teqîna paşmsyên şer li gundewarê bajarê Minbicê li rojhilatê Helebê.

Îro mayînek ji paşmayên şer li gundê Hemadat li Minbicê teqiya, di encamê de nişteciyekî gund û hevjîna xwe birîndar bûn û agir bi mala wan ket.

Herdu birîndar bo nexweşxaneyeke Minbicê hatin veguhestin û rewşa wan a tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka salê ve 166 kesan di teqîna paşmayên şer de li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û 235 kes birîndar bûne.

Paşmayên şer li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê metirsiyeke mezin li ser jiyana welariyan dirust dikin, her weha ji rêgiriyên sereke ye li pêş vegera penaber û derbideran.