DAIŞê kuştina gotarbêjê Seyide Zêneb li xwe girt
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina DAIŞ a terorîst berpirsyaretiya xwe derbarê kuştina gotarbêjê Seyide Zêneb Ferhan Mensûr ragihand.
DAIŞê di daxuyaniyekê de got ku endamên wê di teqînekê de li devera Seyida Zêneb a gundewarê Şamê Ferhan Mensûr kuşt.
Daxuyaniyê diyar kir ku bombeyek di otombîla Mensûr de hatibû çandin û dema ji meqamê Seyide Zêneb derket otombîla wî hate teqndin.
Piştî teqînê, Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihandibû ku ew hewldanên rêbazkirî ji bo têkdana ewlehî, seqmgîrî û aştiya civakî dişopînin û ew tawan bê sizadan derbas nabe.
Gotarbêjê Seyide Zêneb Ferhan Mensûr yek ji kesayetiyên olî yên navdar yên Şê´î ye li Sûriyê, roja Îna bûrî di teqînekê de hate kuştin.