1110 welatiyên Sûrî di sê mehan de regeznameya Nemsayê wergirtiye
Welat TV - Hewlêr
1110 welatiyên Sûrî di hersê mehên yekem de ji sala 2026an regeznameya Nemsayê wergirtiye.
Desteya amaran a Nemsayê ragihand ku, di hersê mehên yekem de ji 2026an, 1110 welatiyên Sûrî regeznameya Nemsayê wergirt.
Li gorî wan amaran, ev hejmar 23.7% ye ji hejmara biyaniyên ku regeznameya Nemsayê wergirtiye di wan hersê mehan de, ku Sûrî di pileya yekê de ne.
Amarên diyar kir jî, ku ev hejmar ji ya heman heyamê ji sala 2025an bilindtir e, ku wê demê 797 welatiyên Sûrî regeznameya Nemsayê wergirtibû.
Hezîrana sala bûrî, hejmarek rêxistinên mirovî ragihand ku desthilatên Nemsayê astengiyan li pêş rêkarên pêwîst ji bo wergirtina mafê penaberiyê li pêş Sûriyan derdixin û ev yek azarên wan zêde dike.