Hewlêr çandina 700 hezar darî radigihîne

Hewlêr çandina 700 hezar darî radigihîne

Welat TV - Hewlêr 

Rêveberiya Çandiniyê ya Hewlêrê, çandina 700 hezar darî li Hewlêrê ragihand.

Rêvebirê giştî yê Çandiniyê Hêmin Murad ragihand ku, di çarçoveya projeya "Zinara Kesk" de, 700 hezar dar li Hewlêrê hatine çandin.

Murad da zanîn ku piraniya darên ku hatin çandin ên zeytûnan in, ji bilî berhemanînê, jîngeh û bayekî pak dabîn dibe her weha ciwaniya bajêr zêdetir dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di Berçileya 2025an de yekem dar ji wê projeyê çand.

Projeya "Zinar Kesk", çandina 7 milyon darî li xwe digire, bi dirêjahiya 83 K.M, û banehiya 2 K.M e û li ser rûberê 13 hezar donim, dar tên çandin.