Parêzgarê Hesekê û şandeke navnetewî çaksazkirina westgeha Elok û jêrxaneyên xwendinê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Hesekê û şandeke navnetewî çaksazkirina westgeha Elok a avê û piştgiriya jêrxaneyên xwendinê gotûbêj kir.
Îro şandeke ku ji nûnerên komîteya navdewletî ya Xaça Sor û rêxistina Unicefê li gel parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed civiya.
Parêzgeha Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de pêşketina karên çaksazkirina westgeha Elok hatin gengeşekirin, û nûnerên Xaça Sor diyar kir ku ew hewl didin 2 jêderln enerjiyê li cihê jêderekê dabîn bikin ji bo westgehê.
Daxuyaniyê da zanîn ku parêzgarê Hesekê tekez kiriye ku dabînkirina avê ji bo nişteciyên Hesekê ji xalên bingehîn e û divê hemahengî di navbera aliyên peywendîdar de hebe ji bo wê yekê.
Her weha di civînê de, pêwîstiya navendên ezmûnan bi amadekariyên lojistîk û avê hate gengeşekirin.