Yekemîn diyaloga siyasî ya astbilind di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê de dest pê kir

Yekemîn diyaloga siyasî ya astbilind di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê de dest pê kir

Welat TV - Hewlêr

Yekemîn diyaloga siyasî ya astbilind di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê de dest pê kir.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derekî û Siyaseta Ewlehî Kaja Kallas li Bruksel paytexta Belcîka civiyan.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku bi serokatiyeke hevbeş di navbera El-Şeybanî û Kallas de yekemîn diyaloga siyasî ya astbilind di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê de dest pê kir.

Duh korbenda hevrêzkariyê di navbera Sûriyê û Yekîtiya Ewropayê de li Brukselê dest pê kir.

Di korbendê de El-Şeybanî da zanîn ku Sûriyeya seqamîgîr dê bibe fakterê seqamgêriyê li Rojhilata Navîn û Ewropayê, El-Şeybanî her weha got: Li Sûriyê hemû welatî li gorî Yasay destûrê de yeksan in.