Tevgera rêwiyan li dergehê Girê Spî dest pê kir

Tevgera rêwiyan li dergehê Girê Spî dest pê kir

Welat TV - Hewlêr

Tevgera rêwiyan li dergehê Girê Spî yê sînorî di navbera Sûriyê û Turkiyê de îro dest pê kir.

Desteya Gîştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku dergehê Girê Spî yê sînorî li pêş tevgera beşekî ji rêwiyan vekirî ye.

Daxuyaniyê diyar kir ku welatiyên Turk, Welatiyên Sûrî hilgirên karta niştecîbûnê ya Turkiyê û yên ku moleta wan a mayînê li Turkiyê yan jî moleta kar ku şûngir be ji moleta niştecîbûnê re, dikarin tevgerê bi rêya dergehê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, karmendên dergehê Girê Spî kar dikin ji bo asankirina rêkarên rêwiyan li gorî sîstem û rênmayên pejrandî.

Derbarê rewşên din jî, hikûmeta Turkiyê diyar kir ku daxwazên derbaskirina kelûpelan ji bo mebestên bazirganî û derbasbûna welatiyên Sûrî yên ku sîstema parastina demkî wan li xwe digire, dê werin nirxandin li gorî yasayên heyî.