Hêzeke Israîlê derbasî gundekî Quneytirayê dibe

Hêzeke Israîlê derbasî gundekî Quneytirayê dibe

Welat TV - Hewlêr

Hêzeke Israîlê derbasî gundekî Quneytirayê bû û dest bi hilmeteke pişkinîna mlan kir.

Jêderên xwecihî ji deverê da zanîn, îro 13ê Gulana 2026n, hêzeke Israîlê derbasî gundê Seyda El-Colan li gundewarê Quneytirayê bû û dest bi hilmeteke pişkinîna malan kir.

Duh jî hêzeke Israîlê li gundê Ofaniya Xan Erenebê li Quneytirayê rêbendeke demkî danî û xelkê deverê pişkinîn kir.

Ji destpêka salê ve hêzên Israîlê bi dehên caran deverên Başûrê Sûriyê topbaran kirine, bi serbestî liv û tevgerê tê de kiriye û gelek kes jî girtine.

*Qonaxa piştî ketina Esed 

Ji dema ketina Rêjîma Esed ve tevgera hêzên Israîlê li Başûrê Sûriyê zêde bûye, û dest daniye li ser rûberekî mezin ji xaka Sûriyê bi taybet li Çiyayê Şêx.