Hikûmeta Sûriyê daxwaza radestkirina efserên rêjîma Esed ên li Libnanê dike
Welat TV - Hewlêr
Medyayên Erebî li ser zarê jêderên Libnanî belav kir ku, hikûmeta Sûriyê lîsteyek bi navê efserên artêşa rêjîma Esed a hilweşandî şandiye ji hikûmeta Libnanî re û daxwaza radestkirina wan kiriye.
Jêderên ragihandina Erebî dane zanîn ku, 100 efserên artêşa rêjîmê piştî hilweşandina rêjîma Esed bi rêyên qaçaxî derbasî Libnanê bûne û li deverên Bîqa´ û Bakurê Libanê niştecî bûne û di bin çavdêriya ewlehî de ne.
Heftiya bûrî serokwezîrên Libanê li gel şandeke hikûmî serdana Şamê kir bi serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz re civiya, di civînê de hemahengiya ewlehî di navbera herdu welatan de û doseya efserên artêşa rêjîmê ku li Libnanê dimînin hatin gotûbêjkirin.