Papayê Vatîkan: Kurdistan di dilê min de ye
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê nû yê Papayê Vatîkan li Iraqê civiyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn, "Me pêşwaziya, Balyozê nû yê Papayê Vatîkanê li Iraqê birêz Miroslav Vachovsky kir. Telvî pîrozbahiyê bi helkefta destbikarbûna wî, me hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û me piştîvaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî diyar kir".
Balyozê Papayê Vatîkanê, bi navê Qedeseta Papayê, spasî û pêzanînên xwe derbirîn ji bo piştgirîkirin û parastina mafên krîstiyan û hemû pêkhateyan û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê.
Balyozê Vatîkanê bal kişand ser vê yekê ku "Kurdistan di dilê Qedeseta Papayê de ye û lavayên pêşkeftin, xêr û aştiyê ji bo dike".
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, "Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û giftûgoyên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal, beşeke din a giftûgoyên me bûn".