Karên şopandina tevlîkirina mamosteyan li Cizîrê berdewam in

Karên şopandina tevlîkirina mamosteyan li Cizîrê berdewam in

Welat TV - Hewlêr

Karên şopandina doseya tevlîkirina mamosteyên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bo saziyên hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz berdewam in.

Parêzgeha Hesekê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku komîteya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê li Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê li doseyên karmendên ku berê bi ”Rêveberiya Xweser” re kar dikirin vedigere.

Daxuyaniyê diyar kir ku ev yek dikeve di çarçoveya çareserkirina rewşa karmendan û temamkirina doseya tevlîkirinê li gorî rênmayên yasayî û rêvebirî.

Li gorî daxuyaniyê, Rêvberiya Perwerdeyê li Hesekê tekezî li ser pêşkêşkirina piştgiriya teknîkî û lojistîk kiriye ji bo asankirina karê komîteyê.