Hesekê.. Dermansazek piştî 3 rojan ji revandinê kuştî hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Dermansazek piştî 3 rojan ji revandinê li gundewarê başûrê Hesekê kuştî hat dîtin.
Îro termê dermansaz Hemîd Salih El-Mişêh li nêzîkî gundê Um Riqêbe li başûrê Hesekê hat dîtin, piştî 3 rojan ji revandina wî ji aliyê grûpeke çekdar ve.
Li gorî jêderên xwecihî, beriya 3 rojan grûpeke çekdar El-Mişêh bir bi behaneya pişiknîna nexweşekî û îro termê wî hat dîtin.
Ev tawan rewşeke ji bi dehan tawnanên ji aliyên nenas ve li Sûriyê ku ji destpêka salê ve gelek kes bûne qurbaniyên tawanên li ser destên nenasan.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka salê ve, 195 kes di tawanên cuda de li Sûriyê hatine kuştin.