El-Şeybanî: Sûriyê aştiyê bi Israîlê re dixwaze ne asayîkirina peywendiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî ragihand ku ew aştiyê bi Israîlê re dixwazin ne asayîkirina peywendiyan.
Es´ed El-Şeybanî di çarçoveya beşdariyê di korbenda Hevrêzkariyê di Navbera Yekîtiya Ewropa û Sûriyê de li Brukselê ji malpera Euronews re da zanîn ku Israîl ji Berçileya 2024an ve gefê li seqamgîriya Sûriyê dike û jêrxaneyên leşkerî û sivîl bi behaneyên dûr ji rastiyê armanc dike.
El-Şeybanî got jî ku Sûriyê aştiyê bi Israîlê re dixwaze ne asayîkirina peywendiyan, û diyar kir ku aştî li ser bingeha rêzgirtinê li ewlehî û serweriya herdu aliyan tê avakirin, lê asayîkirina peywendiyan a di bin bikaranîna hêzên leşkerî de nayê qebûlkirin.
Es´ed El-Şeybanî ji Israîlê xwest ku ji deverên piştî 2024an kontirol kirî vekişe û eşkere kir ku Sûriyê bi navbênkariya Emerîka bi Israîlê re ketiye danûstandinan û got: Hêvîdar in diyalog bigihin rêkeftineke giştgir ku rêzê li serweriya Sûriyê bike.