Ji yek malbatê ne.. Termên 9 kesan ji goreke bikom li gundewarê Şamê hatin derxistin
Welat TV - Hewlêr
Termên 9 kesan ku ji yek malbatê ne ji goreke bikom li gundewarê Şamê hatin derxistin.
Desteya Niştîmanî ya Windabûyan di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî dîtina goreke bikom di nava dibistanekê de li bajarê Dûma, tîmên wê û yên Berevaniya Sivîl termên di gorê de derxistin.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew term li gorî rênmayên pejrandî di belgekirin û komkirina terman de hatin derxistin ji bo naskirina nasnameya qurbaniyan.
Di vê derbarê de, Berevaniya Sivîl a Sûrî li ser zarê nişteciyên deverê veguhest ku ew term ên 9 kesan in ji yek malbatê, ku 4 ji wan zarok bûn.
Li gorî Berevaniya Sivîl, dibistana ku gora bikom lê hatî dîtin sala 2018an ji aliyê rêjîma Esed a hilweşandî ve hatibû bombebarankirin, wê demê ew malbat li dibistanê dima û piştî bombebaranê nûçeyên wê hatin birîn.
Piştî hilweşîna rêjîma Esed bi dehan gorên bikom li Sûriyê hatin dîtin, di wan goran bi hezaran term hebûn.