Hêzên Israîlê gundewarê Quneytirayê topbaran kir û kesek girt

Hêzên Israîlê gundewarê Quneytirayê topbaran kir û kesek girt

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê cihek li gundewarê bakurê wê parêzgehê topbaran û kesek li gundewarê başûrê Quneytirayê girt.

Jêderên xwecihî îro da zanîn ku hêzên Israîlê derdora gundê Semedaniya Rojavayî li bakurê Quneytirayê û derdora bajarokê Cebata El-Xeşeb topbaran kir.

Jêderan got jî ku hêzeke Israîlê bi 7 otombîlên leşkerî derbasî gundê Seyda Colan li başûr Quneytirayê bû û ciwanek ji nişteciyên gund girt.

Her weha ew hêz di nava malên gund de belav bû û hilmeteke pişiknînê encam da.

Di dema dawiyê de tevgera hêzên Israîlê li başûrê Sûriyê zêde bûye, hilmetên pişiknînê encam dide û hejmarek kes girtin.