Desteya Balafirvaniyê: Balfirxaneya Qamişlo di demeke nêzîk de dest bi kar dike
Welat TV - Hewlêr
Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku balafirxanya Qamişlo ya Navdewltî di demeke nêzîk de dest bi kar dike.
Desteya Giştî ya Balafirvaniyê îro hejmarek wêneyên karên nûjenkirina balafirxaneya Qamişlo belav kirin û got ku kar bi lezatî bi rê ve diçin da ku balafirxane di nêzîktrîn dem de were vekirin.
21ê Sibata bûrî, Hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz balafirxaneya Qamişlo ya navdewletî di çarçoveya bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê de, ji HSD wergirt.
Di vê derbarê de, serokê desteya giştî ya Balafirvaniya Sivîl Umer El-Huserî ragihandibû ku wergirtina balafirxaneya Qamişlo gaveke girîng e di çarçoveya rêveberiya balafirxaneyan di bin sîwana hikûmetê de.