Hewleke qaçaxiya madeyên hişbir li ser sînorê Sûrî - Libananî hate têkbirin
Welat TV - Hewlêr
Hewleke qaçaxiya gojmeke madeyên hişbir li dergehê Cidêdit Yabûs di navbera Sûriyê û Libananê de hate têkbirin.
Desteya Gîştî ya Dergeh û Gumrikê ragihand ku emîndariya gumrikê li dergehê Cidêdit Yabûs hewleke qaçaxiya gojmeke madeyên hişbir têk bir.
Desteyê diyar kir ku wê gojmê 23 kîlo heşîş û 50 gram ji madeyeke nenas li xwe digirt, di hundir qutiyên xwranê de hatibûn veşartin û bi rêya otombîleke hewla derbaskirina wê dihat kirin.
Desteya Gîştî ya Dergeh û Gumrikê da zanîn ku dema pişiknînê hin madeyên din di nav de kaptagon di çenteyê ajokarê wê totmbîlê de hatin dîtin.
Tevî derbasbûna zêdetirî sal û nîvekê bi ser hilweşîna rêjîma Esed re, hîn bazirganiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û metirsiyê li civakê û welatên cîran dike.