Du efserên pilebilind ên rêjîma Esed hatin girtin

Du efserên pilebilind ên rêjîma Esed hatin girtin

Welat TV - Hewlêr 

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê girtina 2 efserên pilebilind ên rêjîma Esed ragihand.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya "X" da zanîn, ku hêzên wan her yek ji Lîwa Wasil Iweyîd, ku cîgirê serokerkanên rêjîma Esed bû, û Lîwayê balavfirvan Ibrahîm Mihela ku serokerkanê firqeya 22yan a hêzên asmanî ya rêjîma Esed bû, girtin.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab got ku niha herdu efser di destê hêzên ewlekariya nevxwe de ne.

Di çend rojên bûrî de, hejmark ji efserên pilebilind ên rêjîma Esed hatin girtin. Wezareta navxwe gotibû ku, ev yek tê di çarçoveya zîncîreke rêkarên ewlehî de ji bo girtina fermandar û berpirsên pilebilind ên rêjîma Esed, da ku werin dadgehkirin û sizadan.