Agirbesta di navbera Libnan û Israîlê de hate dirêjkirin

Agirbesta di navbera Libnan û Israîlê de hate dirêjkirin
Wêneya şerê Libnanê

Welat TV - Hewlêr 

Agirbesta di navbera Libnan û Israîlê de bo dema 45 rojan hate dirêjkirin.

Wezareta Derve ya Emerîka di daxuyaniyekê de diyar kir ku agirbesta di navbera Libnanê û Israîlê de ku 16ê meha bûrî çêbûbû, niha bo dema 45 rojên din hate dirêjkirin, da ku derfet ji bo lihevkirin vebe.

Wezareta Derve ya Emerîka da zanîn jî, 2 û 3yê meha Hezîrana bê, danûstandinên pêvajoya siyasî di navbera herdu aliyan de careke din dest pê dikin, û 29 vê meha Gulanê pêvajoyeke ewlehî jî bi beşdariya şandên leşkerî ji Israîl û Libnanê li Waşintonê dê dest pê bike.