Til Koçer.. Termê ciwanekî Kurd hate dîtin

Til Koçer.. Termê ciwanekî Kurd hate dîtin

Welat TV – Hewlêr

Termê ciwanekî Kurd, piştî ku ji nava mala xwe li gundekî ser bi bajarê Til Koçer ve hatibû revandin, li çolê hate dîtin.

Îro 16ê Gulana 2026an, termê ciwanê Kurd ê bi navê Celal Ehmed Berekat ku xelkê gundê Dirdara yê gundewarê Til Koçer e, li nava zeviyekî çandiniyê li nêzîkî gudnê Hirdo hate dîtin.

Li gor jêderên xwecihî yên deverê, Celal duh êvarê ji aliyê hin çekdaran ve ji mala xwe hate revandin, û wan çekaran jê re gotibû ku ew ji ewlekariya navxwe ya hikûmetê ne.

Ta niha sedem û hûrgiliyên tawanê nehatine naskirin, her weha tu daxuyaniyên fermi derneketine.

*3 tawan

Di vê heftiyê de 3yem tawan li deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê tên tomarkirin, di 13ê mehê de, piştî 3 rojan ji revandina wî ji aliyê grûpeke çekdar ve termê dermansaz Hemîd Salih El-Mişêh li nêzîkî gundê Um Riqêbe li başûrê Hesekê hat dîtin, beriya wê bi rojekê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê, kesine nenas, welatiyê bi navê Ebdo Reşo yê ji şêniyên bajarê Kobaniyê, di êrîşeke çekdarî de kuşt.

►Her weha bixwîne:

Hesekê.. Dermansazek piştî 3 rojan ji revandinê kuştî hat dîtin

Welatiyekî Kobaniyê li Hesekê hat kuştin