Serokatiya ENKSê û Tîma Serokatiya Sûriyê li Şedadê civiyan

Serokatiya ENKSê û Tîma Serokatiya Sûriyê li Şedadê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Tîma Serokatiya Sûriyê li bajarê Şedadê civiyan, tê de tekezî li ser giringiya hevpariyê di rêvebirina karûbarên Sûriyê de hat kirin.

Îro li bajarê Şedadê, Şandeke Serokatiya ENKSê bi serokatiya serokê wê Mihemed Ismaîl li gel Tîma Serokatiyê bi amadebûna Rêvebirê rêveberiya Karûbarên Siyasî li Hesekê, Ebas Hisên civiya.

Li gorî Rêveberiya Ragihandina Hesekê, di civînê de tekezî li ser giringiya hevpariya niştîmanî di navbera tevaya pêkhateyan de ji bo rêvebirina karûbarên Sûriyê de kir.

Her weha rêkarên girêdayî doseya tevlîkirina HSD û Hilbijartinên Encûmena gel hatin gotûbêjkirin.