Xwendekareke ji Qamişlo xelatek di warê dîbeytên rewşenbîrî de wergirt
Welat TV – Hewlêr
Xwendekareke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê xelatek di warê dîbeytên rewşenbîrî de wergirt.
Ariya Silêman di kongira nimûneya Netewên Yekbûyî de ya ser bi rêveberiya fêrkirina niştîmanî ve li Mêrdînê, xelata Nûnerê Cuda, bi dest xist.
Dibistana wê pîrozbahî lê kir û got, "Em pîrozbahiya xwendekara xwe li ser çareseriyên diplomasî ji bo pirsgirêkên cîhanî û nûnertiya wê ya serkeftî, dikin".
Ariya Silêman jidayikbûya bajarê Qamişlo sala 2009an e, ji sala 2014an ve li gel malbata xwe li Parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê dijî.