Cotkar ji nirxê nû yê genimê îsal ne razî ne

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Abûrî û Pîşesaziyê ya Sûriyê nirxê gênim bo demsala 2026an destnîşan kir, cotkarekî gilî û gazinên xwe ji nirxê nû kirin û got, êdî nema kes gênim diçîne.

Îro 16ê Gulana 2026an, Wezareta Abûrî û Pîşesaziyê nirxê genimê pile yekem bi 46 hezar lîreyên Sûrî bo her tonekê destnîşan kir, ku dike 4 milyon û 600 hezar bi lîreya kevin, bi vê yekê her toneke genim dike derdora 340 dolarên Emerîkî.

Wezaretê ev di biryarekê de belav kir û got, ev gaveke ji bo piştevaniya berehmên çandiniyê û ewlekariya xwarinê ye.

*Nerîn û giliyên cotkaran

Cotkat Tahir Selîm, ji Welat TV, got, "Nirxê ku Hikûmeta Sûriyê destnîşankirî stemkarî ye li cotkaran, û nirxê destnîşankirî ne li gorî têçûna çandiniyê ye".

Tahir Selîm gilî û gazin kirin û tekez kir, "Eger nirx weha bin cotkar nema zeviyên xwe diçînin".

Selîm bang li hikûmetê kir ku li biryara xwe vegere û nirxekî guncaw destnîşan bike.

*Nirxê sala bûrî

Sala bûrî, hikûmeta Sûriyê nirxê her toneke gênim bi 320 dolarên Emerîkî destnîşan kiribû û 130 dolar jî li ser her tonekê wek alîkarî dida cotkaran, bi vê yekê jî bo her tonekê cotkaran 450 dolarên Emerîkî werdigirt.