Semînarek li Helebê li dar ket: "Tekezî li ser dewleta demokrat kir"
Welat TV - Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li bajarê Helebê semînarek derbarê dawîn pêşhat û guhertinên siyasî li dar xist.
Semînar ji aliyê Rêxistina Helebê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê ve hat birêxistin, tê de hejmarek kesên giringiyê didin karûbarên Sûriyê amade bûn.
Serkirdeyê PDK-Sê Mislim Mihemed behsa dawîn pêşhateyên herêmî û navdewletî û bandora wan ser rewşa Sûriyê, her weha nêrîna partiyê derbarê guhertinên siyasî li deverê piştî qonaxa hilweşandina rêjîma Sûriyê, kir.
*Dewleteke demokrat
Her weha tekez kir ku ji bo pêşvebirina Sûriyê, pêwîst e kar li ser avakirina dewleteke demokrat were kirin ku mafên tevaya pêkhateyan û di serî de miletê Kurd gerentî bike.