Heleb.. Di bûyereke çûnûhatinê de du hevjînên Kurd jiyana xwe ji dest da

Heleb.. Di bûyereke çûnûhatinê de du hevjînên Kurd jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr 

Di bûyereke çûnûhatinê de, li bajarê Helebê du hevjînên Kurd jiyana xwe ji dest da û ajokar birîndar bû.

Bûyera çûnûhatinê li nêzîkî Pira Ewarid çêdû di encamê de, Ferzend Reşîd Memo yê 52 salî û hevjîna wî Newroz Memo ya 59 salî jiyana xwe ji dest da û ajokar birîndar bû û bo nexweşxaneya El-Razî hat veguhestin.

Her du hevjîn ji şêniyên gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne û li wir bi xakê hat spartin.