Efrîn.. Çekdarên "Emşat" baregeha leşkerî li navçeya Mabeta vala kir
Welat TV - Hewlêr
Li navçeya Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên "Emşat" navenda ku ji xwe kiribûn baregeha leşkerî, vala kir.
Îro 17ê Gulana 2026an, baregeha leşkerî ku berê navenda dezgeha avê bû, bi temamî hat velakirin û çekdarên "Emşat" jê derketin.
Welatiyekî dîmenên baregehê ji Welat TV kişandin, tê de diyar dibe ku zîndan û odeyên tekane tê de hane.
*Binpêkirin û tawan
Çekdarên "Emşat" yek ji grûpên ku binpêkirinên hovane di dermafê Kurdan de li Efrînê encam dane, û bi dehan tawan, zêdegavî û binpêkirin ji aliyê rêxistin û çalakvanan ve hatin belgekirin.
Tevî ku ew grûp tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûye lê hîn jî paşmayên wê li her du navçeyên Şiyê û Mabeta mane.