9 kes li Hema û Idlibê bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer

9 kes li Hema û Idlibê bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer

Welat TV - Hewlêr

9 kes li gundewarên Hema û Idlibê bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer.

3 zarokan di teqîna paşmayên şer de li gundewarê Idlibê canên xwe ji dest dan û 4 zarokên din jî birîndar bûn.

Berevaniya sivîl a Sûrî ragihand ku ew paşmayên şer di bîrekê de li gundê Ebû Heba li rojhilatê gundewarê Idilibê de bûn, dema ku wan zarokan li nezîkî bîrê dilîstin û kevir davêtin hundirê bîrê, ew paşma teqiyan, 3 zarokan canên xwe ji dest û 4 zarokên birîndar bûn.

Li gundê Xirbit Naqûs li bakurê Hemayê jî, welatiyekî di teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî birîndar bû û lingê wê hate birîn.

*432 qurbanî

Li gorî dawîn amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji destpêka salê ve, 432 kes li seranderê Sûriyê bûne qurbaniyên paşmayên şer, ji wê hejmarê 177 kesan jiyane xwe ji dest dane û 255 kes birîndar bûne.

Tevî derbasbûna zêdetirî sal û nîvekê di ser hilweşîna rêjîma Esed re, hîn jî paşmayên şer metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dirust dikin û yek ji astengiyên li pêş vegera derbider û penaberan e.