Mesrûr Barzanî berê xwe dide Bexdayê
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke hikûmî pilebilind berê xwe dide Bexdayê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, "Biryar e Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel serokwezîr, serokperleman, serokê dadgeha bilind û serokên partî û aliyên siyasî bicive".
Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, "Di wan civînan de, dawîn pêşhatên siyasî li ser qadên Iraqî û navdewletî, her weha çawaniya çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê ku tê de mafên hemû pêkhateyan were parastin, dê werin gotûbêjkirin".