Mesrûr Barzanî û Elî Falih Zeydî li Bexdayê civiyan

Mesrûr Barzanî û Elî Falih Zeydî li Bexdayê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serok Wezîrên Iraqê Elî Falih Zeydî civiya.

Mesrûr Barzanî îro li serê şandeke hikûmî ya bilind gihişte Bexdayê, û yekemîn civîn li gel Serok Wezîrên Iraqê Elî Falih Zeydî bû.

Di Çarçoveya seredanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê zincîrek civîn û hevdîtinan encam bide.

Li gorî daxuyaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê behsa dawîn pêşhateyên Iraqî û Herêmî were kirin, her weha çareserkirina kêşeyên cihên nakokiyê û doseyên asêmayî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta fedral de li gorî binemayên destûrê, dê werin gotûbêjkirin.